Lêpirsîn û dadmendîya veguhêz

Bêhtirî deh salan, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirîna (SCM) li hundir û derveyî Sûrîyeyî di warê berevanîya di ber binpêkirinên mafên mirovan û çesipandina rola lêpirsînê de. Em binpêkirinan belge dikin û peytan berhev dikin û doze ava dikin da ku em wan ji bo hola dadmendîyê pêşkêş dikin.

Di sala 2017an de jî em di warê piştgirîya dozan de li hundirê Sûrîyeyê û avakirin û piştgirîya dozan li Ewropayê berdewam in her weha em fişarê dikin da ku civaka sivîl a Sûrîyeyî bêhtir xwedî rol be di lêpirsînan de, ev yek jî di çarçoveya karê dadmendîya navdewletî mîna “Komîta Navdewletî ya Serbixwe bo Lêpirsînan li Sûrîyeyê”, herî dawî jî biryara komeleya giştî ya ku awayekî navdewletî nû, bêalî û serbixwe bo alîkarîya di lêpirsînan de û dadgehkirina berpirsên tawanên metirsîdar yên ku ji adara 2011an ve li Sûrîyeyê hatine kirin li gor “qanûnên navdewletî”, çêkir.

Bo piştgirîya qurbanîyên binpêkirinên mafên mirovan li Sûrîyeyê, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê piştgirîya bi sedên kesan kiriye û hê jî di karê berevanîya di ber qurbanîyên çewisandinê de berdewam e.

Ji sala 2008an ve, em li gel hevkarên xwe li Ewropayê kar dikin da ku em dozan li dijî kesên ku mafên mirovan bin pê dikin û tawanên dijî mirovahîyê pêk tînin, hildin bo “desteyên dadmendîyên yên niştimanî”. Ji lew re; Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê hevkar e li gel rêxistinên mafên mirovan yên ewropî ji nav wan jî “Yekîtîya Navdewletî ya Mafên Mirovan (FIDH)” û “Navenda Ewropî ya Mafên Destûrî û Mafên Mirovan” her weha rêxistinên Mafên Mirovan yê Sûrîyeyî.

Di 1ê adara 2017an de, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li gel heft daxwazkerên ji Sûrîyeyê her weha parêzer “Enwer Elbunî” rêveberê “Navenda Sûrîyeyî ya Lêkolînên Qanûnî û Xwendinan” û “Navenda Ewropî ya Mafên Mirovan û Mafên Destûrî”, yekemîn gilî dijî şeş berpirsên pilebilind ku di Muxaberata Sûrîyeyî de kar dikin hate pêşkêşkirin. Gilî ji bo nivîsgeha dozgerê giştî yê Alman hate pêşkêşkirin û behsa tawanên cengê û yên dijî mirovahî ku di sê zindanên girêdayî muxaberata leşkerî de li Sûrîyeyê çêbûne.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê endam e di “Tîma Hevrêzkirinê ji bo Dadmendîya veguhêz”.